Budapeşt paytexta Macaristanê ye. Navê wê ji yekbûna du bajaran (Buda
û Peşt) pêk hatiye. Bajarê herî mezin ê Macaristanê ye. Herwiha
navenda siyasî , çandî û bazirganî ya macaran e. Li gorî serjimara
2011'an li Budapeştê 1.733.685 niştecih hene. Bajar li ser erda 525
çargoşe kîlometre hatiye avakirin. Budespeşt di 17'ê sermaweza 1873'an
de, bi yekbûna sê bajarên li derdora çemê Dunayê, yên bi navên Buda,
Peşt û Óbuda pêk tê.
Dîroka Budapeştê bi niştecihbûna keltan destpê dike (bêhtir...)
Wîkîpediya ensîklopediyeke azad e ya ku tê de her kes dikare bi zanîna
xwe beşdarî kar û çalakiyên wê bibe. Ji meha rêbendana sala 2004'an û
pê ve 16,654 gotarên bi kurdî hatine nivîsandin. Nivîskarên hêja,
keremkin li vir beşdarî bikin.
Hate ragihandin ku wê di demeke nêzîk de kurdên Îsraelê televizyoneke
bi zimanê kurdî û îbranî vekin. Çalakvanê civaka sivîl Êlan Îsraîl
gotiye ku, ew niha hewl didin lobiyeke kurdan li Îsraelê pêk bînin û
wan gavên pêşîn ji bo wê avêtine. Her wiha dibêje, yek ji çalakiyên
kurdên Îsraelê ew e ku di van rojan de ewê televîzyoneke bi kurdî û
îbranî vekin.
Kurdên li Îsraelê wê televizyona kurdî vekin
Konferansa Zanistî ya Zimanê Kurdî di 19-22’ê îlonê de li paytexta
Hikûmeta Herêma Kurdistanê Hewlêrê pêk hat. Li Konferansê zimanzan,
pisporên zaravayên kurdî, hîndekar û rewşebîrên kurd ên ji her çar
parçeyên Kurdistanê û diyasporayê beşdar bûn. Sê xalên herî girîng ên
Konferansê alfabe, zarava û termînolojî bûn.
Wíkípédiya zanistnameyg azas ke le nawya her kes twanêd we zanayí xwey
tiya beshdarí biked. Íwenísh fermúne íre beshdarí biken.
Di xwepêşandana berfireh a xelkê bajarê Urmiyê de ji bo xuyakirina
nerazîbûnê li hemberî xemsariyên hikûmeta Îranê yên di derbarê
ziwabûna gola Urmiyê de, ku roja şemî 27'ê tebaxa 2011'an destpê kir û
heta êvarê dom kir, 3 hevwelatî hatin kuştin û 100 kes jî hatine
girtin.
Nivîsar di bin lîsansa Creative Commons Attribution/Share-Alike
License de derbasdar e; heke tiştên din werin xwestin dikarin lê bên
zêdekirin. Ji bo hûragahiyan li Mercên Bikaranînê binêre.
Dewleta Tirk ev heftiyeke bi hêceta PKK bi firokeyên cengî êrîşî
Qendîlê dike. Di van êrîşan de malbateke kurd ku li ser rêya Ranya ji
bombebaranê direviyan, bû hedefa firokeyên tirk. Di êrîşê de heft kes
ji wê malbatê hatine kuştin ku yek ji wan zarokeke ji yek salî
biçûktir e.
